Jinên Ciwan Ên Rojava: “Bi Saya Jinên Ciwan Ên Perwerdekirî Û Rêxistinkirî Wê Civakekî Rast Avabibe”

NAVENDA NÛÇEYAN 

Di derbarê Kar û Xebatê Jinên Ciwan de, Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo amadekariyên xwe yên Konferansê û di heman demê de ji bo xebatê xwe, nerînên xwe ji me re parvekirin û wiha diyar kirin: “Li hemberî dijmin cihekî em bêrêxistinbûyin nehêlin. Li hemberî zihniyeta zilam ya serdest a ku jinê kole dikê û jinê tecawizdikê û lêdan, Şidet li her der bikartîne di aliyê Piskolojîk be, fikrî be, civakî be. Em li hemberî vana hemûyan xwe rêxistin bikin û jinekî ciwan azad avabikin”.

Jina Ciwan a bi navê Hayara ya Komîteya Perwerdê a Meclisa bajarokê Êndîwer ji me re nerînên parvekir û wiha got: Karê min perwerda didim Komînên Jina li ser Zewaca temenê piçûk, İslûb û Xîtab, Çand û Exlaq. Herî zêde em didin jin perwerde ji bo ku karibin bi hêza xwe xwe avabikin, xwe bi rêxistin bikin. Da ku em pirsgirêgê Civaka xwe çareserbikin, bi riya çalakiyan, bi riya perwerde û hwd..

Yasmîn selîm Xanê Berdevka Jinên Ciwan jî nerînên xwe wiha anîn ziman: Em ji hemû bajaran tevlî vê civînê bûne, em li vir kombûne da ku em prsgirêkên ku di nava Civaka me de çêdibin çareserbikin wek zewaca temenê biçûk û xwendin kêm xwendin. Bila Jinên Ciwan baweriya wan bi wan bê û bibin xwedî îrade, xwe bidin isbat kirin.

Silava Omer ji Navçeya Amûdê a girêdayi Kantona Qamişlo jî wiha got: Em Perwerde didin Jinan da ku xwe pêşbixin û xwe perwerde bikin. Perwerdê ku em didine Jinan ser Civaka Xwezayi, Jineolojî û xwe naskirin. Bi vê yekê Jin gelekî kêfxweşdibin.

Mîdiya Nisredîn Komîta Werzîşê a Meclisa Kantona Qamişlo jî di axaftinê xwe de wiha got: Di dema niha xebatê Jinên Ciwan pir girînge. Em amadekariya Kongra Jinên Ciwan dikin, di demeke nêz de wê Kongra were li darxistin. Erkê ku ji Jinên Ciwan tê xwestin pir girînge. Dewleta Tirk a dagirker Jinên ciwan dike hedef bi riya fihûş, zewaca temenê biçûk û hwd.. divê li hember vê em bê deng nemînin. Bi çi şêwazî be divê em Rêxistina Jinên Ciwan ji nû ve avabikin û xurt bikin.

Di heman demê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Jiyan Koçer jî nerînên xwe ji me re parvekir û wiha dest bi axaftina xwe kir: Îro salvegera 14’ê Tîrmehê ye, berxwedana Zindanên Amedê bi pêşengtiya heval Kemal Pîr, heval Xeyrî,  heval Elî Çîçek û heval Akîf rojiya mirinê dest pêkirin. Li hemberî dewleta faşîst a dagirker ya ku xwest Îradeya me bişkînin û me teslîmbikin van hevalan dan diyarkirin ku Ciwanên ku bi fikir û felsefeya Rêber APO ku naskirî û xwendî tu caran nayên teslîmgiritin, tu cara jî gav bi paş de na avêjin. Ev jî ji bo me jî wekî rêxistina Azadiyê û ya giştî jî bû pêngavekî ku em bikaribin di şexsê van hevalan de, gavên ku hatin avêjtin em jî layiqê wê derkevin û ser wê berxwedanî bikaribin mîras û xebatê xwe xurt bikin. Wê Mînakê, wê berxwedaniyê em di şexsê xwe de avabikin.

“Bi saya Jinên Ciwan ên Perwerdekirî û Rêxistinkirî Civakekî rast avabibe”

Her yek ji me wekî Kemalan, wekî Elî Çîçekan, wekî Xeyriyan kar û xebatê xwe dewam bikê. Û bi wê Îradê, bi wê fikrê bi ser dijmin de biçê. Li ser vê esasê em jî wek Rêxistina Jinên Ciwan me îro Civîna xwe ya Kantona Qamişlo li darxist. Li ser esasê pirsgirêkê Jinên ciwan tê nîqaşkirin û bi taybet li hemberî polîtîkayên dijmin yê ku rêbazê Şerê Taybet dimeşînê di nava Civaka me de. Û taybet jî Ciwanan û Jinan hedef digrê, li hemberî van polîtîkayên dijmin yê ku ajana avadike, fihûş û madeyên hişbir  di nava Civaka me de belav dike. Em li hemberî vana hişyarbûnekî di nava Jinên Ciwan de avabikin û bi karbin Civakekî rast avabibe bi saya Jinên Ciwan ên Perwerdekirî û Rêxistinkirî ev tişt bê avakirin.

Li ser esasê hişyarkirina Jinên Ciwan û Ciwanan bibe. Ser vî esasî me civîna xwe li darxist, di heman demê de em niha amadekariyê Kongra xwe dikin ji bo ku em bikaribin haziriyekî baş bikin li her derê em dixwazin Komîtê xwe û Meclisê xwe avabikin. Ev demeke dirêje di rojeva me deye em civîn û komîte avabikin li her derê, li ser vê esasê em biçin Kongreyekî Serkeftî jinên Ciwan xwe li her derê rêxistinbikê. Li hemberî dijmin cihekî em bêrêxistinbûyin nehêlin. Li hemberî zihniyeta zilam ya serdest a ku jinê kole dikê û jinê tecawizdikê û lêdan, Şidet li her der bikartîne di aliyê Piskolojîk be, fikrî be, civakî be. Em li hemberî vana hemûyan xwe rêxistin bikin û jinekî ciwan azad avabikin.

Di vê pêvajoya dawî de xebat dan meşandin taybet li hemberî rêbazên dijmin bi kartînê milê fihûş, ajantî  û madeyên hişbir. Di vê demê de her kes dibîne mijarê fihûş pir zêde dibe di nava civakê de me rêzeçalakî dest pêkirin, Semîner,  Belavok, Pankart, Civîn û Nîqaş me çêkirin li her derê li ser asta  Bakur û Rojhilatê Sûriyê me viya da meşandin û heta astekî jî wisa pêşwaziyek jî hate kirin ama em nikarin bêjin evana têrkere derbaskir van pirsgirêkên heyi na em dikarin bêjin hêjî wisa dewam dike.

Di heman demê de jî ji bo perwerdekirina Jinên Ciwan me Qampên Perwerdê vekirin li ser esasê Kantona Qamişlo me Qampek vekir, li ser esasê qada Firatê me Qampek vekir, ji bo Jinên Ciwan ên PYD’ê me Qampek vekir. Ev Qampên Perwerdê ên wisa bikaribin di cihekî xwezayi de Perwerde bibînin, him di milê Zanist de perwerde bibînin, him di milê Çand û Spor ve em Perwerde bibînin ev heta astekê erênîbû, baş bû. guhertinek jî avabû di milê sîstema perwerdê de ev jî milekî xwe baş bû. di heman demê de rêzaçalakî jÎ hatin meşandin li ser sê baskan hatin li darxistin, li hemberî dagirkerî, tundiya ku ser Jin tê meşandin. Naveroka van meşan li heberî dagirkeriya dewleta Tirk û hedefgirtina dewleta Tirk ji bo Jin û Ciwana bû.

“Jinekî bibe xwedî îrade, Jineke bibe xwedî nasname”

Her wiha li hemberî tecrîd û işkenceya ku di Zindana Îmralî de tê kirin, li hemberî polîtîkayên dijmin yê ku li ser rêbertiya me dikin, dixwazin îradeya me bişkînin û me bikin bin tecrîdekî de.  Ev jî navenda kar û xebatê me yê Jinên Ciwane  her tim kar û xebatek  ji bo vê hatiye kirin û niha jî dewam dike ji bo ku em bkaribin vê tecrîdê û vê zindanê birûxînin rakin ji holê em wekî Jinên Ciwan li herderê  em dixwazin danasîne Rêbertî em bikin, Rêber Apo baş bidin naskirin û jinên ciwan rêbertî nasbikin û bixûnin her zêde me giranî da vê û ser viya em şixulîn niha jî em vê dewam dikin, him di milê belgefiliman de, him ji bo Pirtûkên Rêber Apo em didin xwendin, em niha xebatê xwe dewam dikin.

Ji bo ku em bikaribin Kongrek baş û serkeftî li darbixin xebatek tê meşandin ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, giştî pêkhateyê Jinên Ciwan ên Ereb, Kurd û Sûriyan dibin sîwana Yekîtiya Jinên Ciwan de xwe rêxistin bikin û  bikaribin Jinekî Azad, xwedî Fikir û Îradebikin em niha ser vêya xebat dimeşînin. Helbet erkê Jinên Ciwan pir girînge ji bo ku tu bikaribê Jinekî avabikî û rêxistin bikî kedek pir mezin tê xwestin. li hemberî viya tekoşînekî pir mezin ji me tê xwestin. em jî ser vê xebat dikin Jinekî bibe xwedî îrade, Jineke bibe xwedî nasname giştî hewildanê me ev e.