ANALÎZ – 15’ê Tebaxê pîroz be!

NAVENDA NÛÇEYAN

“Em di rojên salvegereke nû ya 15’ê Tebaxê de ne. 15’ê Tebaxeke nû ya ji aliyê gelê Kurdistanê ve bi “Cejna Vejîna Neteweyî” tê binavkirin, her wiha tê wateya serdemeke nû ya têkoşînê. Gelê Kurdistanê bi vê hişmendiyê salvegera 36’emîn a 15’ê Tebaxê pêşwazî dike.

Gerîlayê azadiyê li çiyayên Kurdistanê 36 sal in bi awayekî bêhampa têdikoşe. Ev têkoşîn xwedî artêşeke şehîdan a bi deh hezaran e. Bi saya xwîna rijiyaye axê û bedenên bi axê re bûne yek, bûne gelê Kurdistanê bûye xwedî gelek destkeftiyan. Gelê Kurdistanê îro roj li ser van destkeftiyan ji bo parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe têdikoşe û di vê têkoşînê de hê jî şehadet çêdibin. Her çi qas, ev şehadetên çêdibin di têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê de dibin sedema valahiyên cihê wan nikare bê dagirtin jî di heman demê de pêşiya biryardarî û destkeftiyên nû vedikin û bi vî awayî rolên xwe yên dîrokî bi cih tînin.

Gelê Kurdistanê ji aliyekî ve bi van destkeftiyan salvegera 36’emîn a 15’ê Tebaxê pêşwazî dike, li aliyê din bi hişmendî û biryardarî bi pêngavên dê bibin sedema destkeftiyên nû, dikeve sala 37’emîn. Li gorî vê xwe ji bo peywir û berpirsiyariyên nû amade kiriye.

Heger em peywir û berpirsiyariyên di şert û mercên dema 15’ê Tebaxa 36 sal berê de hatibûn diyarkirin û peyewir û berpirsiyariyên roja me ya îroyîn hatine diyarkirin bidin ber hev, asta pêşveçûn û geşedanên derketine holê, wê bi awayekî zelal bên xuyakirin.

Gerîla cara ewil 36 sal berê li Kurdistanê propagandaya xwe ya çekê ragihand. Gerîla îro roj bûye artêş û xwedî têkoşîna peywir û berpirsiyariyên xwe yên avakirina Neteweya Demokratîk û Kurdistaneke azad. Peywira xwe ya vejînê ye li Kurdistanê gihand serî, niha jî xebatên amedekariyê yên ragihandina rizgariyê dike. Ev ji nîşan dide dide ku Şoreşa Kurdistanê di yek ji demên xwe yên herî dîrokê de ye.

Rastiya sedema ku dewleta TC’ê ya mêtinger-qirker li dijî gelê Kurdistanê, xweza, dîrok, tevna wê ya dîrokî, nirxên wê yên madî û meneyî, gerîlayên wê yên azadiyê; bi hemû derfetên di destê xwe de bi awayekî topyekûn şerekî taybet-qirêj dike ev e. Ji ber ku dewleta TC’ê ya nijadperest û talanker û hêza wê ya desthilatê Erdogan-Bahçeli ya dîktatoriya faşîst jî bi vê dizane, bi hemû hêz û derfetên xwe dixwaze li Kurdistanê “kevir li ser kevir” nehêle. Ji bo vê pêk bîne jî qetlîaman dike. Ev di heman demê de nîşan dide ku dîktatoriya faşîst a Edogan-Bahçeli ji bo hebûna xwe bidomîne pêngavên xwe yên dawiyê bi kuştin û tunekirinê davêje. Ev lêgerîn û hewlên wê yên dawîn in.

Di salvegereke nû ya 15’ê Tebaxê de, galê Kurdistan û gerîlayê azadiyê li dijî êrîşên qirkirinê yên faşîzma Erdogan-Bahçeli, bûye xwedî berpirsiyariya topyekûn a berxwedan û serkeftinê. Dema em şert û mercên 15’ê Tebaxê û yên niha bidin ber hev, em dibînin ku bidestxistina vê serkeftinê wek rastiyekê li pêşberî me ye.

36 sal berê dewleta TC’ê ya qirker artêşa xwe ku artêşa NATO’yê ya herî mezin a duyemîn e, derxist hemberî gerîlayên ku hejmara wan ji çend sedî zêdetir nînbû. Pêşî gotin “48” saet, paşê jî gotin di nav “72” saetan de wê dawiya gerîla bînin. Balafir, helîkopter, tang û top, maşîneyên xwe yên zirxî bi liv û tevger kirin; komandoyên xwe yên hejmara wan digihaşt bi deh hezaran û hêzên xwe yên taybet bi ser gerîla de şandibûn. Li hemberî vê di destê gerîlayan de keleşkof (AK-47), bisfîng (B-7), çend heb çekên BKS’ê û cebilxaneyek bisînor hebû.

Rayedarên dewleta TC’ê ya qirker pêşî gotin “48” saet paşê jî gotin di nav “72” saetan de wê gerîlayan ji holê rabikin, dawiya wan bînin lê gerîlayê 36 sal in li çiyayan şer dike, niha bûye artêşek. Li beramberî vê dewleta TC’ê ya 36 sal berê çiya, deşt û gundên Kurdistanê bi leşkeran tije dikir, niha wisa li hatiye ku leşkerên wê nikarin derkevin çiya, deşt û geliyan û di çeperan de şer bikin. Bi êrîşên balfir, tang û topan çiya, daristan, mal û gundan dişewitîne, goristanan xera dike; cenazeyên gerîlayên şehîd ji goran derdixe, tecawizî jin-zarokan dike; mirovan derevîne û wan dikuje, wan dike zindanan, îşkenceyê li wan dike. Bi şerekî bi vî rengî hewl dide bi ser bikeve. Ev jî tê wê wateyê ku dewleta TC’ê ya qirker di salvegera 15’ê Tebaxê ya 36’emîn de hatiye ber qedandinê.

Gelê Kurdistanê û gerîlayê azadiyê bi rastiyeke wiha dikeve sala 37’emîn a 15’ê Tebaxê. Bi vî awayî gerîlayê azadiyê bi perwir û berpirsiyarî derbeya dawî li dewleta TC’ê ya qirker û hêza wê ya desthlatê ya dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçeli dixe. Ew dizane di nav 36 salên dîroka şerê bêhempa de, ev serdem wê bibe ya herî dijwar û her wiha wê dikaribe bi têkoşîneke bibandor û gelê radibe serhildanê serkeftin tê bidestxistin.

Gelê Kurdistanê bi biryardariya serkeftinê dikeve sala 37’emîn a 15’ê Tebaxê. Gelê Kurdistanê bi jin, mêr û ciwanên xwe ve, di rastiyeke wisa de bi peywir û berpirsiyariya xwe dibe kirdeyê Şerê Gel ê Şoreşger. Jin û mêrên ciwan ên Kurdistanê berê xwe didin çiyayên azadiyê û beşdarî refên gerîlayan dibin û bi ruhekî seferber dibin kirdeyên Şerê Gel û Şoreşger û li her derê li dijî dewleta TC’ê ya qirker xwe birêxistin dikin; bi derbeyên dijwar nahêle dewleta TC’ê ya qirker bi rehetî li gorî dilê xwe tevbigere.

Di sala 37’emîn a 15 ‘ê Tebaxê de peywir û berpirsiyariya milîtaniya şoreşger a welatparêziya Kurdistanê jî li gorî vê rastiyê diyar dibe.

15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ya Neteweyî li gelê Kurdistanê û dostên wê pîroz be!”

ÇAVKANÎ: e-rojname – Cûmalî Dogan