Li Cizîrê 8 kes hatin binçavkirin

ŞIRNEX – Li Cizîr a Şirnexê di serdegirtina malan de 8 kes hatin destgîrkirin. Hate zanîn ku ji bo dosyayên 8 kesên li Emniyeta Navçeya Cizîrê “biryara veşartîbûnê” hatiye dayîn û dema destgîrkirinê jî 4 roj dirêj kirine.

Hate diyarkirin ku li Silopyayê jî dema destgîrkirinê ya ji bo Endamê Rêxistina Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a navçeya Silopyayê Delîl Urek 4 roj dirêj kirine.