LEZGÎN – Ji Jinên Tîrejên Rojê çalakiyên 15’ê Tebaxê

NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Em şehîdên leheng ên ku pêngava vejînê ya 15’ê Tebaxê de afirandine, di şexsê fermandarê efsanewî Egîd de bi bîr tînin.”

Insîyatîvê got, ”Rastiya Rêber Apo û têkoşîna PKK’ê heye ku hevsengên Rojhilata Navîn û cîhanê guherandine.”

Insîyatîvê derheqê çalakiyên ku kirine jî wiha got:

”9’ê Tebaxê li Bayrampaşa ya Stenbolê yekîneyên me yên jin ên ciwan li dijî depoyeke tekstîlê û wesayîteke lûks ya AKP’ê û hevkarê wan ê barbar ê DAÎŞ’ê çalakiyek kirine. Di encama çalakiyê de depo û wesayît hatiye rûxandin.

9’ê Tebaxê li Pendîkê ya Stenbolê ji hêla yekîneyên me yên ve li dijî 3 wesayîtên faşîst hatin şewitandin.Pêşî bi teqemeniyên destan li dijî wesayîtan çalakî hatiye kirin û piştre wesayît hatiye şewitandin.

10’ê Tebaxê li Mecîdîyekoyê ya Stenbolê du wesayîtên faşîstan ji hêla yekîneyên me ve hatine şewitandin û rûxandin.

11’ê Tebaxê li Kuçukcekmece ya Stenbolê di navbeyna Halkali Gebze pankarteke bi bombe bi Marmarayê ve hate kirin û kolana sereke pêlekê li trafîkê hate girtin. Polîsên faşîst ku hatin cihê bûyerê li derdorê reşandin.

13’ê Tebaxê li taxa Kanarya ya Kuçukcekmeke a Stenbolê li dijî qereqola polîsan bi bombeyên bi destan çalakî hate kirin. Li qereqolê bi teqînan gelek tevlîhevî çêbû û reviyan. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi sax û silamet ji cihê bûyerê vekişiya. Têkildarî vê çalakiyê dîmen û daxuyaniya berfireh ji hêla insîyatîva me ve wê were parvekirin.”

Insîyatîvê her wiha got ew 15’ê Tebaxê cejna vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, gelê Kurd pîroz dikin û bang kiri nku bi giyanê 15’ê Tebaxê têkoşîn were geşkirin.