KJK: Berxwedan wê bi ser bikeve

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya savelgera Pêngava 15’ê Tebaxê ku beriya 36 salan fîşeka destpêkê li dewleta Tirk ket, peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin, “Di salvegera 36’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de em di serî de fermandarê mezin Egîd hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna wan re em ê têkoşîna xwe teqez bi ser bixînin.”

Bi dewamî hate gotin, “Berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ku ji bo xaka Kurdistanê ji her şêweyên mêtingerî û dagirkeriyê paqij bike di 15’ê Tebaxa 1984’an de dest pê kir, îro li çar parçeyên welatê me dewam dike û em hêzên ku vê parastinê dikin silav dikin. Bi taybetî, hêzên me yên HPG û YJA Starê pîroz dikin ku niha li Heftanînê li dijî TC a faşîst berxwedaneke destanî dimeşînin. Li dijî dagirkeriyê wê teqez berxwedan bi ser bikeve.

Ji ber girîngiya xwe ya dîrokî û kûr, wateya roja vejînê li Pêngava 15’ê Tebaxê hatiye kirin. Ji ber vê yekê, fîşeka ku beriya 36 salan pêşî li Dihê hate teqandin, ne tenê qereqola TC a faşîst-dagirker kir hedef. Fîşeka destpêkê hem li înkar, îmha, şovenîzm, mêtingerî û qirkeriyê ket, hem jî koletî, parçebûna ji hev, nokerî û neteweperestiya paşverû kir hedef. Tevî vê yekê fîşeka destpêkê li zîhniyeta serdestiya mêr û zîhniyeta kevneşop û koledar a jinê ket ku ji rastiya xwe hatibû dûrxistin. Ji ber vê yekê 15’ê Tebaxê hem ji bo Kurdên azad hem jî ji bo jin ên azad roja vejînê ye.

Gelê Kurd ku bi konsepteke tunekirinê û qirkirinê ya navdewletan ji azadiyê bêpar hate hiştin û li ber tunebûnê bû, di 15’ê Tebaxa 1984’an de ne tenê hebûna xwe ji hêzên mêtinger û cîhanê re ragihand, di heman demê de xeta azadiyê jî ji nû ve ava kir. Lewma 15’ê Tebaxê li dijî nokeriyê îlana Xeta Kurd ên Azad e. Eger mirov bala xwe bidin ser wê bê dîtin, ku di pêvajoya ber bi têkoşîna çekdarî de li çar parçeyên Kurdistanê hewl hate dayin ku yekîtiya neteweyî ya rêxistinên Kurd bê avakirin rewşa parçebûyî û nokeriyê ji holê bê rakirin û ji bo yekbûna li ser bingeha neteweyî hewldaneke berfireh hate kirin. Di vê oxirê de kadroyên pêşeng ên tevgera azadiyê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlmez 2’ê Gulana 1983’an şehîd bûn. Lewma Pêngava 15’ê Tebaxê di heman demê de fîşeka destpêkê ye ku li nokerî û xiyanetê hatiye xistin. Nîşaneya têkoşîna gelê Kurd a ji bo afirandina yekîtiya demokratîk a neteweyî ye.

Ji ber vê yekê wate û girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê ji her demê bêhtir mayinde ye. Hêzên dagirker îro jî hewl didin li ser bingeha nokerî û hevkariyê encamê werbigirin. Lê belê armanca operasyona dagirkeriyê ya du mehên dawî ya dewleta Tirk ne tenê tevgera azadiyê ye; ew dixwaze tevahiya xaka Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Konsepteke nû ya qirkirinê heye ku li dijî gelê Kurd li çar parçeyên welatê me ketiye meriyetê. Ji bo ev plana navdewletî bê têkbirin, ji bo gelê me û xaka me bê parastin, ji bo destketiyên me bên parastin û azadiya me mayinde bibin, ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye. Piştgiriya herî mezin a ku ji bo gerîlayên azadiyê yên niha li Heftanînê li ber xwe didin, helwesta zelal a li dijî noker û xayinan e û meşandina têkoşîneke radîkal a li dijî vê yekê ye. Bi navê KJK’ê em bang li jinên Kurd ên li çar parçeyan û gelê xwe dikin ku bi Xeta Kurdên Azad re bibin yek û li pêşiya dagirkeriyê dîwarekî lê bikin.

Hêzên dagirker-mêtinger îro li çar aliyên welatê me ji bo tasfiyekirina têkoşîna me ya azadiyê ya bi pêşengiya jinê û sîstema me ya alternatîf, êrişên xwe giran kirine. Asta êrişan mezinahiya tirsa wan a ji Kurdên Azadî û mezinahiya berxwedana me nîşan dide. Divê em zanin ku ev pêvajoya em tê de ne pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn guhertinên mezin dibin. Pêvajoyên bi vî rengî sed salê carekê dibin. Ji bo gelê Kurd û gelên qedîm ên Rojhilata Navîn di dawiya vê pêvajoyê de bi ser bikevin, derfetên me yên serketinê gelekî zêde ne. Dibe ku niha bi vî rengî destpêkê xuya nake, lê belê guhertinên mezin dibin, liv û tevgereke mezin heye ku demên bi vî rengî guhertinê jî bi xwe re tînin. Wê bi berxwedanê diyar bibe ku ew guhertin wê bi kêrî gelan bê yan jî hêzên mêtinger-dagirkeran. Di vê çarçoveyê de em Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û hêza wê ya pêşeng Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê di pozîsyoneke welê de ne ku dikarin rêveçûna dîrokê biguherînin. Eger em bi vê têgihiştin û biryardariyê nêzî têkoşînê bibin em ê azadiya xwe pêk bînin.

Em Pêngava 15’ê Tebaxê di çarçoveya pêvajoyeke wiha dîrokî de ji nû ve dinirxînin û cejna vejînê li Kurdan û hemû gelên herêmê yên bi hesreta azadiyê ne, pîroz dikin. Em careke din di şexsê fermandar Egîd de hevrêyên xwe yên şehîd hemûyan bi minet bi bîr tînin ku wan têkoşîna gerîla ya 36 salan afirandin, fermandarên mezin biafirandin û di serî de artêşbûna jinê, têkoşîna parastina jinê kirin çavkaniyeke mînak a ji bo jinên li tevahiya cîhanê. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ji bo parastina hebûnê û pêkanîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin.”