Komek din ji Ciwanên Başûr tevlî berxwedana Heftanînê bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – Komekî din ji ciwanên Başûrên Kurdistanê piştwaniya xwe ji bo Gerîlayan ragihand û tevlî şerê Cenga Heftanînê bûn. Ciwanan got: “Em destkeftên gelê Kurd ji êrîşên ne rewa diparêzin.”

Di dema bihorî û destpêka şerê Heftanînê, gerîlayan bangewazî kiribûn ku ciwan ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer bikin, tevlî nava refên wan bibin. Di bersiva bangewaziya gerîlayan de ji hemû bajêr û bajarokê Kurdistanê ciwan ref bi ref çûn ku mil bi milê gerîla tevlî berxwedaniya Cenga Heftanînê bibin.

Komekî din ên ciwanên ji Başûrê Kurdistanê piştewaniya xwe ya bi gerîla û şerê Cenga Heftanînê re ragihandin û ev peyam da: “Em ciwanên Başûrê Kurdistanê bi aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve diçin û amadene mil bi milê gerîlayan xwedî li mafên rewa yê gelê Kurd derbikevin. Her wiha destkeftên gelê Kurd ji êrîşên ne rewa biparêzin. Dewleta Tirk a dagirker û netewperest dixwaze bi nûkirina peymana Mîsaqa Milî û xilafeta Osmanî komkujiyan li ser gelê herêmê bi taybetî gelê Kurd pêk bîne.

Em ciwanên Başûr û ciwanên xwedî helwest weke erkê exlaqî û niştîmanî bangewazî dikin û daxwaz dikin ku xwedî li xaka Kurdistanê derkevin û tevlî şerê Cenga Heftanîn bibin.”