KCK: Divê hikumeta Başûr helwestê li dijî dewleta Tirk nîşan bide

BEHDÎNAN – Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a 11’ê Tebaxê ya li herêma Bradostê daxuyaniyek weşand. Komîteyê bi bîr xist ku her kesî ev êriş şermezar kir, lê belê Wezareta Karên Hundir a Hikumeta Başûrê Kurdistanê ne şermezar kir ne jî helwesteke li dijî êrişê nîşan da.

KCK’ê destnîşan kir ku ev êrişên dewleta Tirk îlana şer a li dijî destketiyên gelê Kurd ên li her parçeyî ye û diyar kir, “Di 11’ê Tebaxa 2020’an de li qada Kelaşînê ya li mintiqeya Bradostê ya Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk a faşîst a TC’ê bi zanebûn li wesayiteke hêzên parastina sînor ên Iraqê da. Hate eşkerekirin ku di êrişê de yên jiyana xwe ji dest dane hene ku du jê fermandarên Iraqî ne û hinek jî birîndar bûne. Hate fêhmkirin ku her du fermandar û yên li gel wan şehîd bûn endamên eşîra Bradostê ne. Beriya her tiştî em ji malbatên ên di vê êrişa TC de şehîd bûn, sersaxiyê dixwazin.

her kes li ber vê êrişê û hewldana dagirkeriyê rabûn û bi tundî şermezar kirin. Lê belê Wezareta Karên Hundir a Hikumeta Başûrê Kurdistanê ne ev êrişa TC’ê şermezar kir, ne jî helwestek nîşan da ku red bike. Berevajî, daxuyaniyek welê da ku ev êriş rewa nîşan da, jê re hincet peyda kir û weke ku mafdar nîşan bide helwestek raber kir. Em dixwazin bêjin, em helwest û feraseta ku ev daxuyanî xwe dispêrê red dikin. Ti pêwendiya vê yekê bi welatparêziyê re nîne, ji xwe li nirxên exlaqî û wijdanî jî nayê. Li gel vê yekê ti hinceta siyasî, hiqûqî û rewa ya vê daxuyaniyê nîne. Daxuyaniya hatiye kirin bi kêrî rewakirina êrişên dewleta Tirk tê. Eşkere ye, daxuyaniya ku sedema êrişa bi zanebûna li dijî hêzên sînor ên Iraqê bi tevgera azadiyê ya Kurd ve girê dide û weke hincetê nîşan dide, helwesteke bi zanebûn û xwedî armanc e.

Êrişên ku TC salên dawî li xaka Başûrê Kurdistanê dike, êdî bi rêk û pêk bûne. Li gel operasyonên bejahî yên ji bo dagirkirinê, di êrişên balafiran de jî bi dehan mirovên Kurd jiyana xwe ji dest dane. Salên dawî balafirên bêmirov ên biçek jî li amûrên van êrişan zêde kirine. Eşkere ye ku ev êriş li dijî gelê Kurd û destketiyên li her parçeyî îlana şer û êrişê ye. Hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişan, li dijî dagirkeriyê û kuştina Kurdan divê bi gelê Kurd û hêzên berxwedanê yên ku Kurdistanê diparêzin tevbigere. Hikumeta Başûrê Kurdistanê li şûna ku bangê bike ku gerîla ji xaka Başûrê Kurdistanê derkeve divê tevî hêzên Kurd hemûyan li dijî TC’ê helwestê nîşan bide. Bendewariya gelê me û dostên me bi vî rengî ye.”