Ji bo Şehîdên Şoreşa Rojava malpera înternetê hate amadekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Malpera bi navê Sehidenrojava.com dest bi weşanê kir. Di malperê de wê nivîs li ser şervanên YPG-YPJ û QSD’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava şehîd bûne bên weşandin. Di nava neh salan de herî kêm 11 hezar şervan şehîd bûn.

Di malperê de wê wêne, dîmen, daxuyanî, gotar û nivîs li ser şehîdan bên weşandin. Di destpêka malperê de gotina “Şehîd pêşengên têkoşîna me ne” hate nivîsandin.