FLAŞ – Tîmên YPS’ê li dijî Ulker û midûrtiya zabitayan çalakî kirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Tîmên Bersivdanê ragihand, bi çarçoweya ”Li dijî mêtingeriyê û noker-sîxûran pêngava tolhildanê” ji bo bîranîna cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê rêze çalakî kirine.

Li gorî vê 10’ê Tebaxê êvarkî li  navçeya Eyyûbiye ya Rihayê li dijî midûrtiya zabita çalakî kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Hin ji noker û rêveberên hevakrên AKP’ê û MHP’ê ku bi tirsekê reviyane, birîndar bûne.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin eynî rojê, ”Endamê meclîsa AKP’ê Izettîn Çîftçî hatiye şewitandin”. Tîmên Milîsan gotin, ”Wesayit bi temamî rûxiyaye.”

Di daxuyaniyê de li ser çalakiya li dijî Ulkerê jî ev hatin gotin: ”8’ê Tebaxê li Herêma Sinayî ya Organîze a Mêrsînê, li dijî yek ji mezintirîn qaseya zad-pere ya dewletê Ulkerê, li dijî depoya zad a lojîstik a zincîra markêtên Şok çalakî hatiye kirin. Di encama çalakiyê de depoya lojîstîkê bi temamî şewitiye.”

Her wiha hate gotin 8’ê Tebaxê li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li Kuçeya 15’an a Taxa Şehîdlikê bombe avêtine mala ‘noker’ê bi navê R.K. Tîman gotin ,”Em hişyarî didin! Em ê kesên wiha efû nekin û gelê me kesên wiha li devera ku dîtin bila teşhîr bikin.”

Tîmên Bersivdanê yên YPS’ê gotin giyanê vejînê yê 15’ê Tebaxê pêkhatina  giyanê tolhildanê ye û Tîmên Bersivdanê bi vî giyanî bi xweparastina profesyonel, şêwaz û rêbazên taktîkê wê bersivê bidin dagirkeriya Tirk.