Dijî dagirkeriyê turnuvaya Şehîd Navdar Kerkukî destpê dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Ciwanên Welatparêz di bin dirûşmeya, “Tekoşîna Ciwanan Lîstikek Bê Dawî ye” li hember êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başurê Kurdistan bi navê Şehîd Navdar Kerkukî turnuvayek futbolê li dar dixe. Turnuva wê li Silêmanî, Derbendîxan, Hewreman, Pencwîn, Seyîd Sadiq û Tekye bi rêve biçe.

8 tîm tevlî turnuvayê dibe. Turnuva 16’ê Tebaxê de bi lîstîka yekem li Derbendîxan destpê bike.