Li Qamişloyê tevgera balafirên keşfê yên dagirkeriya dewleta Tirk heye

QAMİŞLO – Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Qamişlo û Nisêbînê yê Bakurê Kurdistanê de digerin.

Beriya du hefteyan, balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker du caran êriş li bajarê Qamişloyê pêk anîn. Di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn.

Di van rojên dawî de tevgera balafirên bê mirov û yên keşê yên dewleta Tirk li ser Qamişloyê zêde bûn.