Li Dêra Zorê şaneyeke ya DAÎŞ’ê hate girtin

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ê, di hesaba xwe ya Twîtterê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: “Tîmên me yên taybet, di çarçoveya xebatên parastina ewlekariya herêmê de, bi hevkariya hewayî Koalîsyona Navnetewî, li herêma Bîsera ya li Rojhilatê Dêra Zorê operasyonek lidar xistin. Di operasyonê de 4 endamên şaneyên rêxistina DAÎŞ’ê, bi çek û kel û pelên wan ên teknîkê ve hatin girtin.”