Ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê peyma pîrozbahiyê

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê wiha ye:

‘’Em çalakiyên slavkirina 15’ê Tebaxê ya hêzên me yên YJA Starê ku li eyaletên Botan û Heftanînê kirine, ji ber sedema ku bi rihê Apoyî û li gorî serdema nû geş kirine, em hemû fermandar û şervanên me yên li vir ên YJA Starê pîroz dikin, em bawer dikin ku çalakiyên wan ên karîger û hejijandinî bidomin.

Çalakiya sabotajê ya ku we bi afirîneriya taktik a teknîkî li Perwarî ya Sêrtê li Botanê pêk anî bûye çalakiyeke di cih de û serkeftî, bûye navê tolhildana hevalên Şehîd Sarya, Bêrîtan ,Vejîn, Rûhal û Serhildan û navê hesabpirsîna ji dijmin.

Di nav PKK’ê de hesabpirsîna ji dijmin, hildanina tola hevalên şehîd û li erdê nehiştina xwîna wan rêz û rêçikek e. Li herdu qadên me çalakiyên ku hêzên me yên YJA Starê pêk anîne bûne vegotina berbiçav a vê rêz û rêçikê.

Li eyaleta me ya Heftanînê li gire Şehîd Adar û dîsa li Xantûrê çalakiyên ku bi çekên taybet hatine kirin bûye hilandina tola heval Zelal Sîdem û Doga û bûye mînakeke bimane ya her li kûderê jî bî hesab ji dijmin bipirse.

Çalakiyên bi afirîneriya taktik û rêbazên zengîn ku hêzên me yên YJA Starê bi 2020’an re li ser hîmên rêgezên gerîlatiya jin a modernîteya demokratîk hem li nav hemû hêzên me yên jin û hem jî li nav hemû jinên ku li dijî pergalê têdikoşin moral û motivasyon geş kiriye.

Serfirazî yê ya gerîlayan be k udi xeta Egîd û Zîlan de li ber xwe didin û şer dikn. Çalakiyên me yên YJA Starê yên li dijî dijmin ji niha û pê de jî bi rengekî karîger wê dom bikin û faşîzma AKP li erdê rast bikin.

Bi bawerî û coşiya şoreşê em Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê 15’ê Tebaxê, cejna vejînê di serî de li Rêbertiya me, li gele me yê leheng ê Kurtdistanê, li malbatên şehîdan û hemû hêzên me yên gerîla pîroz dikin û em dibêjin, berxwedan temam bû, dema meşa ber bi serfiraziyê ye.’’