HPG: Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn li artêşa Iraqê da

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn artêşa Iraqê kir hedef.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî da: “11’ê Tebaxê hêzên hikûmeta Iraqê û li gel hêzên me yên li herêmê li ser êrîşên dewleta TC’ê ya li herêmê û ji bo çareseriya pirsgirêkê hevdîtinek pêk anîn. Piştî vê civînê hema bi şûnde artêşa TC’ê devera hevdîtinê bombe kir. Tevî ku ala fermî ya Iraqê li ser wesayîtê jî hebûn dewleta TC’ê ev wesayît bi zanabûn kir hedef. Di vê êrîşê de hem ji artêşa Iraqê û hem jî rayedar şehîd bûne.

WESAYÎTÊN BI ALA IRAQÊ KIRIN HEDEF

Dewleta Tirk a faşîst bi elçaqî artêşa Iraqê kir hedef, ev pir vekirî kir. Dewleta TC’ê li ser navç diyalog û çareseriyê tiştekî qebûl nake, wesayîtên ala fermî ya Iraqê li ser bi hovane êrîş bire ser. Di rewşekî mimkûn de ku hemû pirsgirêk bi diyalog û çareseriyê bibe, ev êrîşa dewleta TC a faşîst bûyerek kiriye. Dîsa li ser navê hikûmeta xwecihî ji bo rewanîşandana qetlîamên dewleta Tirk û ew parastin, dîsa daxuyaniyên ku sedemê êrîşê bi me ve girêdayî hatin dayîn, ev ne rastiin û ev jî tê wateya hemû gefên li ser gelên herêmê bide nixumandin û piştguhkirine. Divê ji cûre daxuyaniyên ku dewleta TC diparêze xwe cûr bê xistin.

Di serî de ji malbata Muhemed Reşîd Silêman û Zubeyr Halî Taceddîn ên jiyana xwe ji dest dane, û hemû gelê Kurd û Ereb û dewleta Iraqê sersaxiyê diwazin, ji ber şehadetên çêbûne, dilgiraniya xwe parve dikin.

Dewleta TC a qirker bi xeyalên Osmaniyan ketine ser rê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên pêş xistine, dîsa li dijî hişmendiya faşîst divê gelên Kurd û Ereb hevpar têkoşînê bike, carekî der ket ku ev rejîma faşîst ji bo hemû gelan xeteriye xwe nîşan da.”