Di xwepêşandana Ranyayê de nûçegihanek jiyana xwe ji dest da!

RANYA – Di saetên êvarê de li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperîn, xwepêşandanek li dijî hikûmetê hate lidarxistin. Di dema xwepêşandanê de di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

Di nava xwepêşandanê de nûçegihanê Kanala Gelî Kurdistan Huner Resûl jiyana xwe ji dest da.

Sekreterê Şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer, li ser hesabê xwe yê Facebook’ê diyarkir, Huner Resûl ji ber qrîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Lê hinek çavkaniyên ne fermî diyarkirin ku di dema aloziyê de kevirek li singa Huner ketiye û ji ber wê jiyana xwe ji dest daye.

Têkildarî bûyerê jî heya niha polîsên Raperînê ti daxuyaniyek belav nekirine.