Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Korhan hate veşartin

MÊRDÎN – Di 17’ê Kanûna 2019’an de li herêma Eyndilbê ya navbera gundê Şêb a Jêr a navçeya Dêrikê û Şêb ê navçeya Şemrexê şer qewimî bû. Di şer de 4 gerîlayên HPG’ê şehîd bûbûn. Cenazeyên 2 ji wan ji aliyê malbatên wan ve hatibûn wergirtin, du cenaze jî li Goristana Bêkesan a li navçeya Artûklûyê hatibûn veşartin. Nasnameya yek ji wan cenazeyan piştî testa DNA’yê tespît bû.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ahmet Korhan (Serhat) ji goristana bêkesan hate derxistin û malbata wî ew li gundê Çiplaxê yê Qoserê veşart.