Li Qamişloyê tevgera balefirên keşfê heye

QAMİŞLO – Li ser xeta sînor û navenda bajarê Qamişloyê balefirên keşfê difirin. Tê texmîn kirin ku ew balafirên li herêmê tevgerê dikin ên dagirkeriya dewleta Tirkin.

SÎHA’yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 6’ê Tebaxa 2020’an li Qamişloyê, dijî kargehek a çêkirina têlên elektirkîkê êrîş pêk anî bû. Di êrîşê de sivîlek birîndar biribû.