Leşkerên Tirk ên dagirker agir berdan daristanên Gabarê

ŞIRNEX – Li herêma Çiyayê Gabar a Şirnexê leşkeran agir berda daristanê. Şewata ku leşkeran li sêgoşeya gundikê Şêwe ya giêdayî gundê Şehrika û Bana li gel bajarokê Findik a navçeya Basan a Çiyayê Gabarê dewam dike. Ji ber herêm bejahiye gundî û tîmên agirkujiyê yên çûn, lê bê ku mudaxele bikin vegeriyan.

Hate ragihandin şewat ji ber gulereşandina leşkeran derketiye, şewata sibehê destpê kirî hê jî dewam dike.