Dagirkeran derdora gundê Yekmalê yê bajaroka Kanîmasî bombebaran kir

AMEDIYÊ – Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker, derdora gundê Yekmalê bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, balafirên şer ên dewleta tirk a dagirek îro di saetên nîvro de derdora gundê Yekmalê yê girêdayî bajaroka Kanîmasî ya navçeya Amediyê ya Dihokê bombebaran kir.

Derbarê encamên bombebaranê de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.