Şewata li Mêrdînê, piştî qedexeyê ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin

MÊRDÎN – Şewata di dema operasyona dagirkerşyê ya li çoltera navçeyên Dêrik û Şemrex ên Mêrdînê de rû dabû, piştî qedexeya rakirina derketina kolanan ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin.

Li herêma Eyndîlbê ya dikeve navbera gundên Şêba Jêr a navçeya Dêrikê û goma Kaniya Elî û gundê Şêbê yên girêdayê navçeya Şemrex ên Mêrdînê, eskerên dagirker di 8’ê Tebaxê dest bi operasyonê kiribûn û qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Qedxeya derketina kolanan duh bi şev bi dawî bibû.

Di dema operasyona dagirkeriyê de, leşkeran agir bi daristan, bax û bexçe welatiyan xistibû. Şewata rû dabû piştî qedexeyê ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin. Welatiyên herêmê piştî ku eskerên dagirker herêm terk kirin û qedexe hat rakirin, nû karin ji malên xwe derkevin û dest pê kê şewata li herêmê vemirandin. Hat diyar kirin ku ji ber şewatê, qadeke mezin a daristanê bûye xelî.