LEZGÎN – Yekîneya Tolhildanê: Me li Amedê li notirvanekî da

AMED – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûman Amed got, “Di 10’ê Tebaxê de sibehê li Taxa Hûzûrevlerî ya Amedê li dijî notirvanê artêşa bi pereyan a faşîzmê çalakiyek hate lidarxistin. Piştî çalakiyê ev notirvan hate bêbandorkirin û yekîneya me bi selametî ji qadê derket.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Vê zilm û zexta dewleta Tirk a bêyî exlaq wê nikaribe wan rizgar bike. Têkoşîna me ya ku li ser xeta Rêber Apo bênavber xwe nû dike, wê barbariya faşîst û feraseta wê biavêje sergoyê dîrokê.”