Asayîşa PDK’ê jineke ciwan binçavkir!

HEWLÊR – Jina ciwan a bi navê Bihar niştecihê bajarê Hewlêrê ye. Asayîşa PDK’ê duh bi şev bi ser mala Bihar de girtin û binçavkirin. Tê gotin Bihar li asayîşa Hewlêrê tê ragirtin. Li gorî agahiyan ji ber ku jina ciwan tevlî çalakiyên netewî bûye, hatiye binçavkirin.

Jina ciwana a bi navê Bihar çalakvanek serbixweye. Bihar gelek caran tevlî çalakiyên netewî û çalakiyên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bû. Bihar di heman demê de yek ji endama şandeya ku di dema berxwedana Efrînê de, ji Başûrê Kurdistanê serdana Efrînê kiribû.

Hêjayî gotinê ye asayîşa PDK’ê di rojên dawî de dest bi girtina endamên RJAK, Tevgera Azadî û çalakvanên din yê civaka sivîl kiriye.