Şerê li Şêbê yê Navçeya Şemrexê didome

MÊRDÎN – Li Gundê Şêbê yê Navçeya Şemrexê, duh eskerên dagirker derketin operasyonê û şer derket. Şerê duh dest pê kir hêj didome. Piştî şer eskerên dagirker ketin û derketina Gundê Şêbê qedexe kir û qedexe jî didome.

Duh eskerên dagirker li herêma navbera Gundê Şêbê û Şêba Jêr ên navçeya Şemrexê derketin operasyonê. Di operasyona eskerên dagirker a li Gundên Şêbê, Kaniya Elî û Gundê Şêba Jêr de şerê êvarî dest pê kir hêj didome.

Eskerên dagirker piştî şer ketin û derketina gundê Şêbê li welatî û şêniyên herêmê qedexe kir. Piştî bi saetan şer li herêmê berdewam kir, eskeran destûr nedan ku welatî sewalên xwe derxin dervê gund. Hat zanîn ku piştî şer li herêmê dar, ber û zevî şewitîn.

Waliyê dagirker ê Mêrdînê têkildarî operasyon û şerê li Gundê Şêbê daxuyanî da û diyar kir ku qedexeya derketina derve îlan kirine. Walitiyê dagirker anî ziman ku ji saet 21, 30’ê 08’ê tebaxa 2020’an ve qedexeya derketina derve hatiye îlankirni. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku şer didome û liv û tevgera eskerî û helîkopteran didome.