Li Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi pileya 5.1 di saet 13:16’an de erdhejek li parêzgeha Kirmaşan û Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê çêbû. Li gorî navenda erdhejê ya Tehranê navenda erdhejê jî li bajarê Giyelan ya parêzgeha Kirmaşanê ye.

Heya niha ti agahiyek li ser ziyanên erd hejê nehatine parvekirin. Lê xelk ji ber egera çêbûna erdhejek din, ji malên xwe derketine.