Dagirkeran ketin û derketina Gundê Şêbê qedexe kir

MÊRDÎN – Li Gundê Şêbê yê Navçeya Şemrexê, piştî leskerên dagirker derketin operasyonê şer derket. Piştî şer leskerên dagirker ketin û derketina Gundê Şêbê qedexe kir. Hat diyar kirin ku li herêmê agir bi zevî û daran ket.

Leskerên dagirker li herêma navbera Gundê Şêbê û Şêba Jêr ên navçeya Şemrexê derketin operasyonê. Piştî operasyona eskeran şer derket. Leskerên dagirker piştî şer ketin û derketina gundê Şêbê li welatî û şêniyên herêmê qedexe kir. Piştî bi saetan şer li herêmê berdewam kir, eskeran destûr nedan ku welatî sewalên xwe derxin dervê gund. Hat zanîn ku piştî şer li herêmê dar, ber û zevî şewitîn.