Agir bi Çiyayê Gebarê û dora Dêrulzehferanê ket

NAVENDA NÛÇEYAN – Şewata li bejahiya Deşta Lela ya Çiyayê Gebarê ya ku ‘Herêma Ewlehiyê ya Taybet’ hatibû ragihandin di roja 3’emîn de didome. Rayedar ji bo tefandina şewatê tiştekî nakin.

Li dora Keşîşxaneya Dêrulzehferanê ya Artûklûya Mêrdînê jî ji ber sedemeke ne diyar agir bi qadê ket. Şêniyên gundê Bilaliyê û tîmên îtfaiyeyê şewat tefandin. Di şewatê de rezên tirî û darên qajê bûn xwelî