Xwepêşandanên bi hêrs li Beyrûtê, Xwepêşanderan Wezareta Karên Derve bi ser de girtin

BEYRÛT – Di encama karesata teqîna li Beyrûtê de ku zêdetirî 158’an jiyana xwe ji dest da, lubnaniyan xwepêşandaneke bihêrs li naverasta paytexta Lubanê Beyrûtê li dar xist.

Hêzên ewlehiyê jî li dijî xwepêşandêrên ku berê xwe didan parlamentoyê gaza rondikrêjê avêt.

Her wiha di navbera hêzên ewlehî û xwepêşandêran li nêzî avahiya parlamentoyê de şer rû da.

Xwepêşandêr li qadên Necma û Şuhada digel belavbûna artêş li kolanên paytextê de kom bûn.