TAYBET – Şehîd Sarîna Sarya Berxwedanî û Şoreşê hilbijart

SILÊMANÎ – Dewleta tirk a dagirker bi salane li hember gelê Kurd û Kurdistanê tevgerên dagirkerî, bişaftin û komkujî pêk tîne. Li dijî van tevgeran jî Gerîlayên Azadiya Kurdistan bi qehremaniyekî mezin berxwe dide. Dewleta tirk a dagirker xwe li ser tunebûna Kurdan ava kiriye û dixwaze bi vî re tevgera xwe ya dagirkerî li Başurê Kurdistanê encam bigire. Bi planên xwe yên Kurdan tune kirin û deskeftiyên Kurdan ji holê rakirinê carekî din derketiye hemberî me. Lê belê bi berxwedaniya destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistan planên dagirkerî vala hatiye derxistin.

Yek ji Gerîlayên Azadiya Kurdistan, jinekî ciwan û leheng, keça fermandarekî pêşmerge Şînyar Kawa ye.

Gerîla Şînyar Kawa, bi zanebûna temînata Kurdane di 30’ê Tîrmeha 2015’an de tevlî nava refên Gerîlla dibe. Şînyar, hêzên dagirkerên Kurdistanê ku li hember gelê me çi êrîş û zilm kiriye ji nêz de jiyan kiriye û hîs kiriye. Li hember vî jî Şinyar, Çand, Ziman û axa xwe parastinê esas girtiye û di temenê xwe yê piçûk de bûye pêşengek mînak.

Şehîd Şînyar, hêviyek mezin ji bo azadiya gelê Kurd bi biryardariyek û bi ruhekî fedaî li hember dagirkerî cihê xwe di berxwedanê de digre. Şînyar, di berxwedaniya şerê Xakurkê de li hember dijmin di tarz û taktîkê Gerîla de rolekî pêşeng digre ser milê xwe. Di temenê xwe yên pîçûk de Rêber APO nasdike û di Gerîla de jî di îdeolojiya Rêber APO de kûr dibe û di jiyana Gerîla û pratîkê de erk û berpirsyariyên xwe her bi serkeftî pêk tîne. Şînyar, li hember dagirkirina Başurê Kurdistanê roja ku pê hay çêbû heta ku tevlî refên Gerîla bû û Şehîd qebûl nekir û di vê çarçoveyê de ji bo şikandina dagirkerî kedekî mezin daye.

Şehît Şînyar, di 15’ê Nîsana 1998’an de li bajarê Silêmanî jidayik dibe. Lê belê Şînyar bi eslê xwe ji Dûz Xûrmatû ye. Dûz Xûrmatû, naveçeyekî girêdayê herêma Germiyan e. Dûz Xûrmatû, bi taybetmendiyên xwe yên Kurd, Ereb û Tirkmen bi hevdû re û Şîa û Sunnî bi hevdû re bihewîne tê nasîn. Bajarekî pirr reng û kozmopolîtîk e. Kurdên Dûz Xûrmatû Welatparêz û di têkoşîna gelê Kurd de her cihê xwe di nava berxwedaniyê de girtiye. Malbata Şînyar jî di berxwedaniya gelê Kurd de û di Enfal de para xwe digre. Bavê Şînyar jî di temenê xwe yê pîçûk de ji bo parastia axa xwe di nava berxwedaniyê de cih digre û dibe pêşmerge. Şînyar bi vê zanebûnê di temenê xwe yên piçûk de rastiya welat fêm dike, PKK’ê û fikrên Rêber APO nas dike.

Bavê Şînyar, Kawa Mihyedîn ji ajansa me re behsa zaroktiya û taybetmendiyên Şehîd Şînyar kir:

“Şehîd Şînyar di 15’ê Nîsana 1998’an de li Silêmanî jidayik bûye. Lê em xelkê Dûz Xûrmatû nin. Pîştî rûxandina rejîma Saddam 2004’an de em vegeriyan Dûz Xûrmatû. Şînyar xwendina seretayî û heta xwendina du polî navendî li Dûz Xûrmatû xelas kiriye. Di zaroktiya xwe de pirr taybet û cûda bû. Zarokekî, keçekî pirr zîrek bû. Dema te pê re diaxivî te got qey tu gel kesekî temen mezin û zana nîqaş dike. Di xwendina xwe de her yekem bû û zû fêm dikir. Di polî navendî yê yekem de PKK’ê naskir û ji rê hezkirina wî çêbû.

Heval û hogirên wê hebû ku Rêber APO û PKK’ê nas dikir. Şînyar jî wiha naskir û hezkir. Di polî 3’yê navendî me ji Dûz Xûrmatû bar kir hatin Silêmanî. Şînyar, piştî hatina me ya bi Silêmanî re li gel hevalan têkilî pêş dixe. Şînyar carekî 2012’an de hewl dide tevlî Gerîla bibe lê ji ber ku temenê wê pîçûk bû hevalan qebûl nakin. Xwe li gel hevalên PKK bi rêxistin kir, perwerde kir di 30’ê Tîrmeha 2015’an de tevlî refên PKK’ê dibe û berê xwe dide Gerîla.

Şehîd Şînyar, di malê de zoraka mezin bû. Hestên wê yên neteweyî zor bi hêzbû. Şînyar li hember gendalî û qirêjiya desthilatdaran zor aciz dibû. Şînyar her li gel hizmên me yên Gerîla cûda hezkirinê wê hebû. Şînyar bi Gerîla şanazî kir.

Min her ji Şehîd Şînyar dipirsiyam, min digot tu ji kê şanazî, Şînyar ew xizmên me yên ku kurê wan Gerîla bû, her wê malbatê digot.

Min bawer nedikir ku Şînyar tevlî Gerîla bibe ji ber ku temenê wê pîçûk bû. Lê belê dema di polî 3 yê navendî de bû xwest biçe asayîşa heremê, lê nehiştin û ew zivirî hate malê. Piştre min her li gel nîqaş kir, min digot tu zarokî, dibistana xwe tamam bike. Ez hezdikim tu bixwînî. Li Şînyar her bi mijarên Kurd re eleqeder dibû. PKK pir baş nasdikir, kî kî ye çi çî ye? Her tiştî lêkolîn kiribû û dizanî. Piranî şehîdan nas dikir. Şînyar taybet şehîdên ku çalakiyên fedaî kiribû wan cûda digirt dest. Wêneyên wan li gel Şînyar hebû.

Baweriya Şînyar bi Gerîla hebû. Bi şehîdbûna Şînyar li derdora me li gel hizmê me bandorekî mezin avakir. Em pir baş dizanin ku li beramber dijminekî dagirker şehîdbûye. Em pê zor şanaz e. Ez pê pir serbilindim. Ez dibêjim xwezîka ez jî rojekî li çiya wek Şînyar li dijî dagirkerî şer bikim.”

Şehîd Şînyar Kawa, di 29’ê Gulana 2019’an de li berxwedaniya Xakurkê de bi 4 hevalên xwe ve tevlî nava kerwanên nemir dibin.

Navê wê yê kod: Sarina Sarya Nav û Paşnav: Şinyar Kawa Cihê ji dayikbûye: Süleymaniye Navê Dayik – Bav: Dimen – Kawa

Dîroka Şehadaet û Cih: 29 Gulan 2019 / Xakurkê

NC/BAHOZ CUDÎ