LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê li 6 bajaran çalakî li dar xistin

NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Şehîd Nûman Amed û Şehîd Delal Amed li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî li dar xistin.

Yekîneyên Tolhildanê daxuyanî dan û diyar kirin ku “Faşîzma AKP û MHP’ê ya ku tevî aliyên hevkar û noker û çeteyên li Bakur êrîşan dike, ji aliyê din ve jî bi kurmê darê PDK’ê li Başûr nirxên neteweyî derxistine ber firotinê. Faşîst û hevkarên wan dixwazin li ser axa Kurdistanê her cure hovîtiyê bikin. Lê bi saya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û helwesta wijdanî ya dostên wan ev êrîş dikarin werin şikandin.

Em diyar dikin ku me îradeya xwe daye ber rêya Rêber Apo û paradîgmaya PKK’ê em ê li metrepolên Tirkiyeyê û faşîzma wê têk bibin, heta ku em bi Rêbertiya Azad li Kurdistana Azad bijîn em ê şer bikin.”

LI 6 BAJARAN ÇALAKÎ

Yekîneyên Şehîd Nûman Amed û Şehîd Delal Amed derbarê çalakiyên xwe ev agahî dan.

AGIRÎ

Di 3’ê Tebaxê de leşkergeha li Taxa Cûmhûriyeyê ya Patnosa Agiriyê bi sabotajê hate şewitandin. Qadeke berfireh bû xwelî.

WAN

Di 5’ê Tebaxê de li Taxa Yalîmerez a Wanê bi teqemeniyên destan, çekên ferdî û maddeyên şewitîner li dijî wesayîta zirxî ya Ûral çalakiyek hate lidarxistin. Piştî çalakiyê agir bi wesayîtê ket.

Di 7’ê Tebaxê de li Taxa Karşiyaka ya Wanê du kesên ku her dem fesadî dikirin, bi navê partiyê xizmet ji dijminên objektîf dikirin hatin hişyarkirin.

ÊLIH

Di 6’ê Tebaxê de li Taxa Baglarê ya Êlihê dibistana Selçûklû ji aliyê hêzên me yên xweparastinê hate şewitandin û beşeke wê şewitî.

AMED

Di 6’ê Tebaxê de li Farqîna Amedê wesayîta Endamê AKP’ê Abdullah Guzel ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.

Di 5’ê Tebaxê de li Şehîtlîka Amedê koma ku tiryak difirot ji aliyê me ve hatin cezakirin.

MÊRSÎN

Di 7’ê Tebaxê de li Tarsûsa Mêrsînê wesayîta hevkarekî AKP’ê hate şewitandin.

STENBOL

Di 6’ê Tebaxê de li Kuçukyaliya Stenbolê buroyeke emlakê û du wesayîtên wê hatin şewitandin.

Di 7’ê Tebaxê de li Mertera Stenbolê atolyeyeke tekstîlê ya ku malzemeyên leşkerî ji leşkerên faşîst re didirût ligel hemû hişyariyan jî ev kar didomand. Ev atolye jî hata şewitandin.”