SÎHA’yên dagirkeriya Tirk li Qamişlo bombe li dikanekê barand

QAMİŞLO – SÎHA’yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li taxa Qenat Siwês a Qamişloyê bombe li cihekî kar ê taybet barand. Êrîş di saet 18:30’î de pêk hat. Di êrîşê de xebatkarek birîndar bû.

Şêx Zên ê yek ji xebatkarên dikanê bû, got: “Balafira keşfê ya bê mirov demekê li ser dikanê firiya. Piştre jî bombe kir. Hevalekî me birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.