Ciwanên bi hêrs herikîn kolanên Marsîlyayê

MARSÎLYA – Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li bajarê Marsîlya yê Fransayê meşiyan.

Ciwanên ku li Belle de Maî li hev kom bûn, bi wêneyên Ocalan, pankarta bi nivîsa “Bi hev re serhildan”, al û posteran meşiyan.

Di meşê de bi zimanên Fransî û Kurdî dirûşm hatin qîrîn û dûyê ji rengê kes, sor û zer hate bilindkirin.

Meş bi daxuyaniyekê bi dawî bû.